Fatih Gazioğlu
27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
BARSELONA
Parlamentoya Hikûmeta Rêveberiya Xweser a Katalonyayê ya li rojhilatê Spanyayê, bi runiştineke veşartî bi yekalî serxwebûn îlan kir.
Pêşniyara partiya "Junts pel Si" (Ji bo erê îtîfaq) û partiya çepgir a "Namzediya Yekîtiya Gel" (CUP) ku "Katalonya wekî dewleteke komarî bê îlan kirin û pevajo dest pê bike" li parlemanyoyê hat qebûl kirin.
Pêşniya "Junts pel Si" û CUPê li parlementoyê bi runiştinek bidizî hat hilbijartin. Di encama hilbijartinê 70 ray "erê" , 10 "na" û 2 ya jî "vala" deketin. Di dema hilbijartinê de ji bilî partiya "Catalunya si que es pot"ê partiyên mixalîf yên din salon lijneya giştî terk kirin.
Parlamenterên Partiya Gel (PP) jî dema ku salon terk kirin, alayên Spanya û Katalonyayê danîn ser kursiyên xwe û ji salonê wisa derketin.
Senatoya Îspanyayê rayeyên hikûmeta herêmî ya li Katalonyayê dewrî hikûmeta navendî kir û destûr da rasterast Katalonyayê îdare bike.