Sevim Hatun,Önder Beyter,Türkan Tosun
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
ÎDLIB
Dayikên êtimên li kampa Şuhedayê ya li Îdliba Sûriyeyê ku ji ber şer her tiştên xwe winda kirin ji bo zarokên wan di nav şert û mercên baş de mezin bibin hewl didin. Meryema neçar a ku sê zarokên wê hene dibêje ku ew bi saya zarokên xwe dijî.
Li Kampa Şuhedayê (Şehîdan) a li ser rêya gundê Atmeyê, ji 150yî zêdetir êtim û zarokên wan hene.
Ji malbatên ku li kampê dimînin qismekî mezin ji bavên xwe yên ku Rejima Beşar Esed ew dîl girtine û ji wan tu xeber tuneye, hêviya xwe birîne.
Dorbera konên ku saziyên alîkariyê belav kirine bi tuxlayan hatine girtin. Konên ku li pêşiya wan îsot hatine hişkkirin, konên ku li ber çûk tên xwedîkirin nîşan didin ku digel şer jiyan jî berdewam dike.
Li kampê dibistaneke ku 4 xwendigehên wê hene jî heye. Herwiha poteyek tevî qadeke biçûk a basketbolê ya dibistanê hene.
Meryem Sellûma dayika Elî (7), Emer (8) û Sîdrayê (10) nêzî 6 salan e li vê kampê dimîne.
Sellûma 32 salî got ku li Hamayê 6 sal berê mêrê wê avêtine girtîgehê û ji wê demê vir ve tu xeber jê negirtiye.
Sellûmê qala windabûna mêrê xwe kir, got:
"Ew li herêma Kalet Madika Hamayê girtin birin. Lê ez nizanim li ku mir. Mêrê min li Şamê dixebitî. Paşê dev jê berda li firûnekê dest bi kar kir. Rojekê piştî ku peymana wî ya bi firûnê re qediya girtin. Artêş ket herêma me. Gelek ciwan birin. Mêrê min û tiyê min birin. Heta niha me tu xeber ji wan negirt. Em dibêjin dibe ku miribin."
Selûmê diyar kir ku piştî tewqûfkirina mêrê wê, wan koçî gundekî Îdlibê kir, lê piştî du mehan ji ber ku êrîşên rejimê dawî lê nehatin wan cardin koç kir û çûn Kampa Şuhedayê.
Selûmê wiha xeberda, "Dê bavê min û birayekî min jî li kampeke nêzîk in. Derfet nîne em bi hev ra bimînin. Kon pir piçûk û teng in. Lê ez her hefte wan ziyaret dikim."
Ji bo pirsa, "Hûn çima hatin Îdlibê, ma ciyekî ewletir ê din tunebû?" Selûmê wiha got, "Ji ber ku sînorê Tirkiyeyê ye, ev der ewledar in. Ji ber nêzîkî Tirkiyeyê ye firoke tunene, êrîş çênabin. Em nikarin vegerin gundê xwe, ew der êdî di kontrola rejimê da ye."
- "Ez carinan xwekuştinê difikirim. Lê zarokên min tên bîra min û ez poşman dibim"
Selûmê diyar kir ku jiyan ji bo jinebiyeke dayîka sê zarokan pir zehmet e û wiha pê da çû:
"Debar gelekî zehmet e. Daxwaza zarokan zêde bû. Duçerxê û têlefon dixwazin. Ez nikarim bikirim. Wekî psîkolojîk em di halekî pir xirab da ne. Ez carna li ber xwe dikevim, carinan jî bêhêvî dibim. Ez carinan dikevim depresyonê, lê tenê zarok ji bo min palpişt in ku ez ji depresyonê derkevim. Ez carinan xwekuştinê difikirim. Lê zarokên min tên bîra min û ez poşman dibim."
Sellum got dema ew di depresyonê de ye mêrê wê tê bîra wê û wiha axivî, "Carnan rûyê mêrê min nayê bîra min. Wêne hene, ez wan dinihêrim. Min bi tenê wêne bi xwe re anîn. Ez nîşanî zarokan nadim, lê ew hildidin û lê dinihêrin."
- "Dema li dibistanê ava fêkiyan belav dikin ez ji diya xwe re tînim."
Omerê (10) kurê Sellumê jî got dema ew wêneyan dinihêre tu tiştek nayê bîra wî, ew bi tenê wêneyê diya xwe dinêre.
Eliyê birayê Omer (8) jî wiha got: "Dema ez wêneyan dinihêrim ev xiyala bavê xwe tînim li ber çavên xwe. Bavê min û apê min di girtîgehê de ne û tu xeberek ji wan tune. Ez xeyal dikim ku ewê rojekê bê."
Li ser pirsa 'Di kampê de rojeke te çawa derbas dibe?' Elî got ew di 04.00an de şiyar dibe, paşê xwîşka xwe û zarokên cînaran hişyar dike û wiha dewam kir: "Heta saet 12.00an ez li dibistanê me. Ez spartekên xwe li dibistanê çêdikim. Dema li dibistanê ava fêkiyan belav dikin ez ji diya xwe re tînim. Bîskuviyan jî ji xwîşk û birayên xwe re tînim. Piştî nîvro jî diçim bi hevalên xwe re dilîzim. Ez dixwazim bibim polês."
- "Leşkerên tirkan ji bo ku me Beşar Esed biparêze hat."
Elî dema ku behsa leşkerên tirkan û ketina wan a Îdlibê hat kirin wiha got: "Nîzanim. Leşkerên tirkan ji bo ku kampan biparêzin hatin. Beşar Esed bombe dike. Bi balafir û fuzeyan va bombe dike. Nîvê însanan mirin. Kurê xalê min wê rojê şehîdan berhev dikir. Leşkerên tirkan ji bo ku me Beşar Esed biparêze hat."