Muhammet Kurşun
12 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
ROTTERDAM
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya ji herêma ku Serkonsolosxaneya Tirkiyê lê ye bi zor ji wesyita wê hat daxistin û li otomobîleke din hat siwarkirin.
Rê nehat dayîn ku Wezîr Kaya derbasî serkonsolosxaneyê bibe û pêşî pasevanên wê hatin binçavkirin. Pasevan ber bi Almanyayê ve hatin şandin.
Piştre polês hewl da ku Wezîr Kayayê bi zorê ji wasiteya wê daxînin, lê Kayayê li ber xwe da. Li ser vê polêsan wasiteya kişandinê ya bi vîncê anîn û xwestin bi zorê bikişînin. Li ser vê Wezîr Kaya mecbûr ma ku kilîda wasiteya xwe veke. Kaya bi otomobîleke din ber bi Almanyayê ve birin.
Hat ragihandin ku Kaya 5 seetan li der dora serkonsolosxaneyê ji aliyê hezaran kesî ve hat çavnêrîkirin, lê polêsan ew bi eskortê ve ber bi Almanyayê ve birin.
Herwiha xwepêşandanên li dijî Hollandayê li herêmê berdewam in.