EKÎP
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
WASHINGTON
Wezîrê Edaletê yê Emrîkayê Jeff Sessions li ser îdiayên ku dibêjin Şêwirmendê Berê yê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Michael Flynn piştî hilbijartinên serokatiya Emrîkayê ya 8ê Mijdara 2016an ji bo hikûmeta Tirkiyeyê xebitiye wiha got: "Ez bawer nakim ku tiştekî wiha çêbûbe."
Wezîr Sessions di rûniştina Komîsyona Edaletê ya Meclisa Nûneran a Emrîkayê da li ser mijara "Midaxaleya Rûsyayê ya li ser hilbijartina Emrîkayê", Têkiliyên rêveberiya Trump û rayedarên kampanyayê û Rûsyayê" û "Îdiayên li ser têkiliyên Flynn û Tirkiyeyê" daxuyanî da.
Wekîlê Demokrat ê eyaleta Kalîforniyayê Zoe Lofgren ji Sessions pirsî, dema ku Flynn di kampanyaya hilbijartinê da wezîfedar bû bi hikûmeta Tirkiyeyê ra xebitî an na? Sessions wiha bersiv da "Di vê mijarê da agahiya min tuneye."
Sessions li ser pirsa Lofgren ya "We dizanibû ku ew (Flynn) piştî hilbijartinê ji bo hikûmeta tirk xebitî?" wiha got: "Ez bawer nakim ku tiştekî wiha çêbûbe."
Wekil Lofgrenê ji xeynî vê ji Sessions pirsiyar kir ka gelo xebera wî û ya çi xebatkarekî kampanyaya Donald Trump pê hebû ku Flynn ji bo îadekirina serkirdeyê Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) Fetullah Gulen xebat kir. Sessions diyar kir ku wî ev mijar çendek berê di rojnameyan da xwend û herwiha der barê vê mijarê da beriya niha tu agahî nehatin ber destê wî.
- Der heqê taleba îadeya serkirdeyê FETOyê da lêkolîn
Pirsa "Piştî merasima sondxwarinê ya Seroktiyê, we nizanibû ku ji FBIyê hatiye xwestin da ku der barê daxwaza Tirkiyeyê ya di sala 2016an a îadeya Gulen da lêkolîneke nû bike?" jî ji Sessions hat kirin. Wezîrê Emrîkî beramberî vê pirsê wiha got, "Ez wer dizanim ku Tirkiye ji bo Gulen vegere Tirkiyeyê fişarê li ser hikûmeta federal çêdike. Di vê mijarê da erka min tune ku ez xeber bidim. Lê rola wezareta me di vê mijarê da heye."
Dîsa ji Sessions hat pirsîn ka gelo der heqê îdiayên ku Michael Flynn wê bi beramberî 15 milyon dolarî Gulen îadeyê Tirkiyeyê bike da çi agahiyeke wî heye an na, Sessions jî wiha got, "Teqez nexêr."
Îna borî di rojnameya Emrîkan Wall Street Journalê da hatibû îdiakirin meha kanûnê di navbera Flynn, kurê wî û hin rayedarên tirk da hevdîtin hatiye kirin bi 15 milyon dolarî Gulenê serekê FETOyê birevînin derveyî Emrîkayê û ev hevdîtin ji hêla Robert Muellerê dozgerê lêpirsîna der barê Rûsyayê da dimeşîne va tê teqîbkirin.
Balyozxaneya Washingtonê ya Tirkiyeyê der barê bi qaçaxî revandina Fetullah Gulen da daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Tirkiye ji bona îadekirina Fetullah Gulen ji xeynî qanûnan serî li rêyên din naxe û hemû îdia ji binî va bêbingeh û derew in."
Robert Kelnerê parêzerê Flynn der barê îdiayan da diyar kiribû îdiayên di medyaya Emrîkayê da derketin derew û kirêt in.
Wek mayîn Wezîr Sessîons pirsên li ser îdiayên dema kampanyaya hilbijartinê da bi rûsan ra xeber daye bersivand.
Sessîons îdiayên ku di îfadeya xwe ya berê da dabû Senatoyê da senator xapandine red kir.
Berevajiyê vê di dosyeya lêpirsînê da derketibû holê ku Sessîons di adara borî da bi George Papadopoulosê ji şêwirmendên kampanyaya Trump ra hevdîtin kir û jê ra qala têkîliyên xwe yên bi ûrisan ra heye kir û got ku ew dikare Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn bîne bal hev.
Sessions li hemberî pirsan got ku ji kongreyê ra derew nekiriye û wiha pê da çû: "Heta min ev nûçe nedîtin ew civîn nehat bîra min."
Wezîr Sessîons ragihand ku civîn ji hevdîtina Trump-Pûtîn zêdetir bal kişand û di vê mijarê da ji Papadopoulos ra got ku rayeya wî ya nûnertiya hilbijartinê tuneye.
Wezîrê Dadê yê DYAyê di rûniştina meha borî li Senatoyê beşdar bû da diyar kiribû ku ew bawer nake ku ji rayedarên kampanyaya hilbibijartinê ya Trump kesek bi ûrisan ra axivîbe.