Abdullah Tel
30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Şêx Mihemed bîn Evdirehman Al Sanî li Washingtona DYAyê beşdarî panelekê bû.
Al Sanî qeyrana di navbera Qeter û hin welatên ereban da ku hê jî didome nirxand û piştgiriya ji destpêka qeyranê vir va Tirkiye dide Qeterê jî anî rojevê û ji bo wê yekê jî ji Tirkiyeyê ra spas kir û got: "Li Ser Qeterê blokaj tê sepandin û Tirkiye di temînkirinê da bi awayekî bitesîr piştgirî da me. Ji ber vê piştgiriyê em minetdarê Tirkiyeyê ne."
Saziya fikrî "Arab Center Washington"ê bi sernava "Çareserkirina Qeyrana Kendavê: Pirsgirêk û Pêşniyazên Çareseriyê" panel li dar xist û Al Sanî li wir axivî û der barê îdiayên ji bo Qeterê tên gotin derewand û got: "Hemû bê bingehin û rêveberiya Dohayê ji bo çareserkirinê amade ye ku bi hemû cîranên xwe ra rûnê û meseleyê hel bike."
Di beşa pirs û bersivê da nûçegihanê AAyê rol û tevgera Tirkiyeyê ya di dema qeyranê da nîşan da ji Al Sanî pirs kir û Wezîrê qeterî jî ragihand ku têkiliya di navbera Tirkiye û Qeterê da xurt û bi bingeh e.
- "Tirkiye ji bo guftûgoyê bangî hemû aliyan dike"
Al Sanî bal kişand ser têkiliyên baş ên Tirkiye yên bi welatên kendavê ra û wiha pê da çû: "Têkîliyên Tirkiyeyê yên bi Qeterê ra têkiliyên wê yên bi welatên din ên kendavê ra bêqîmet nake û nayê wê menê. Ew ji bo guftûgoyê gazî hemû aliyan dikin."