Önder Beyter
10 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
CIDE
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov di çarçoveya seredana xwe ya Erebistana Siûdiyê da ligel Qral Selman bin Ebdulezîz civiya.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdiyê SPAyê, Qral Selman li Cideyê li Qesra Selamê, Lavrov qebûl kir. Hat destnîşankirin ku wezîrê ûris wekiltiya silava Serokê Dewletê Vladîmîr Pûtîn a ji bo Qral Selman kir.
Di hevdîtinê da peywendiyên dualî yên herdu welatan hatin gotûbêjkirin û herwiha mijarên herêmî û yên navneteweyî jî hatin rojevê.
Di civînê da Wezîrê Karên Derva yê Siûdiyê Adil Cubêr, Wezîrê Dewletê Îbrahîm bin Ebdulezîz Assaf, Nûnerê Taybet ê Pûtîn ê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mixaîl Bogdanov û rayedarên mayîn amade bûn.