Mustafa Deveci
07 Hezîran 2023•Rojanekirin: 08 Hezîran 2023
Wezîrê Karên Derva yê Swêdê Tobias Billstrom Hakan Fîdanê ku di kabîneya nû da bi destê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wekî Wezîrê Karên Derva hat wezîfedarkirin, pîroz kir.
Li gor agahdarkirina ku ji Wezareta Karên Derva hat dayîn, Wezîr Fîdan û hevkarê wî Billstrom bi têlefonê axivîn.
Di axaftinê da Billstrom ji ber wezîfeya wî ya nû Fîdan pîroz kir. Fîdan destnîşan kir ku divê Swêd ji bo endamtiya NATOyê gavên berbiçav biavêje.
Fîdan û Billstrom li hev kir ku piştî civîna Mekanîzmaya Hevpar a Daîmî cardin biaxivin.