Haydar Şahin
08 Hezîran 2023•Rojanekirin: 08 Hezîran 2023
Konsolxaneya Ciddeyê ya Îranê ya li Erebistana Siûdî û Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) piştî 7 salan dîsa hat vekirin.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan ya fermî ya Îranê IRNAyê, rayedarên her du welatan beşdarî merasima vekirina Konsolosxaneya Ciddeyê û Nûnertiya Daîmî ya THÎyê bûn.
Balyozxaneya Riyadê ya Îranê di 6ê hezîranê da bi fermî hatibû vekirin û piştî vê Konsolosxaneya Ciddeyê û Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê jî cardin hatin vekirin.
- Têkiliya di navbera her du welatan da
Li Erebistana Siûdî di 2yê Çileya paşîn a 2016yan da 47 kes ji ber sûcdarkirina terorê hatibûn îdamkirin û Îranê bertek nîşan dabû.
Xwepêşandêrên li Îranê Balyozxaneya Tehranê ya Erebistana Siûdî û Konsolosxaneya Meşhedê şewitandibûn.
Piştî van êrîşan Erebistana Siûdî di 3yê çileya paşîn da daxuyandibû ku têkiliyên bi Îranê ra hatin qûtkirin.
Di 10ê adarê da piştî 7 salan li Pekînê rêvebiriyên Riyad û Tehranê daxuyandibûn ku têkilî wê dîsa bên danîn.