Nihat Kavşut
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ji yekî terorîst namzedê serokomariyê dernakeve û wê xwîşk û birayên min yên Kurd vê lîstikê xera bikin."
Serokomar Erdogan li Meydana Demokrasiyê di mitînga Sakaryayê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Kiliçdaroglu û Înce ji aboriyê fehm nakin û wiha got: "Qala aboriyê dikin... Ey Kemal Beg û Ey Muharrem hûn ji vî karî fehm nakin. Hûn nikarin bibin şagirt jî."
Erdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê di 10 salên dawîn da ji bona îstixdamê karên mezin hatin kirin û wiha peyivî: "Tirkiyeyê di 10 salên borî da bi îstixdameke 8 milyonî bi qasî hemû dewletên Ewropayê derfetên kar yên nû peyda kir. Qala aboriyê dikin... Hûn guh nedin lîstikên ku bi saya kûran tên lîstin. Ev manîpulasyon in li ser Tirkiyeyê tên lîstin. Înşellah piştî 24ê Hezîranê em ê hesab ji wan bipirsin."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Kemal Beg baş guhê xwe bidê. Hûn ji otomobîl û motomobîlan fehm nakin. Di sala 2002yan da li Tirkiyeyê 91 hezar otomobîl hatine firotin, sala par jî 723 hezar otomobîl hatine firotin."
Erdogan destnîşan kir ku li Sakaryayê wê li ciyê stada berê Baxçeyê Gel çêkin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji yekî terorîst namzedê serokomariyê dernakeve û got ku wê xwîşk û birayên min yên Kurd vê lîstikê xera bikin.
Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "We bihîst ne wisa kesê ku Kemal Kiliçdaroglu got 'Ka were Muharrem' û ew wekî namzedê serokomariyê yê Partiya Gel ya Komarê nîşan da li hember Metîn Temel Paşayê fermandarê operasyona Efrînê bêhurmetiyeke çawa kir? Li meydanê digere û dibêje 'Ez ê apoletên vî paşeyî jêkim.' Tu kî yî û çi yî... Tu hê nizanî ku ev dewlet dewleta hiqûqê ye? Destûrê nadin te ku tu wan apoletan jê bikî. Tu dikarî apoletan jê bikî? Tu yê wan apoletan bibî bi Selahattîn Demirtaşê ku tu çûyî serdana wî va bikî?"
Serokomar Erdogan bal kişand ser operasyonên tên kirin û wiha peyivî: "Bi îzna Xwedê heta ku li Sûriye û Iraqê koka hemû terorîstên ku berê çekên xwe dane welatê me bê qelandin wê şerê me berdewam bike."