Muhammet Kurşun
19 Gulan 2017•Rojanekirin: 20 Gulan 2017
TAHRAN
Li Temamê welat pêvajoya dengdanê li 63 navendan li 130 hezar sindoqan bi seeta herêmê 08.00an dest pê kir û dê seet 20.00an biqede, lê eger îcab bike ev mawe dikare were dirêjkirin.
Li welat umrê dengdanê ji 18an dest pê dike û halê hazir 56 milyon û 410 hezar û 234 dengdêr hene.
Lîderê Welat Elî Xemaney, di kêliya dengdanê de daxuyanî da çapemeniyê û bangewaziya xelkê kir ku herin ser sindoqan.
Tê çavnêrîkirin ku hilbijartin di navbera Hesen Rûhaniyê ku reformîst û muhafezekarên mîyanrew piştgiriya wî dikin û Îbrahîm Reîsiyê ku namzedê muhafezekaran e re derbas bibe. Di nav namzedan de Mistefa Mîrselîm û Mistefa Haşimîteba jî hene.