21 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got "Bêguman rêxistina terorê û ew kesên ku pêwîst e bi ziman û derfetên siyasetê tevbigerin lê ketine refên terorê, ê di wan xendeqên ku hatine kolan da bên binaxkirin."
Serokomar Erdogan, li Navenda Çanda Merînosê beşdarî Merasîmekê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Bûrsayê bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan di gotara xwe da bal kişand ser PKKya rêxistina terorê û got, "Bi saya operasyonên hêzên ewlekariyê ku bi diqqet û canfîdayî li dar dixin, rêxistin roj bi roj hêza xwe ji dest dide. Rêxistina ku êrîşî dibistanan, nexweşxaneyan, ambûlansan, mizgeftan êrîşî hemî cihên ku di xizmeta mirovan da ne dike, ruyê wê yî rastî bi temamî derket holê."
Serokomar anî ziman ku di heman demê da ew kesên ku cilên siyasetê dane ber xwe lê piştgiriya rêxistinê dikin, bêkêriya wan ji aliyê gelê herêmê û tevahiya milletê ve hat dîtin û got, "Piştgiriya herî mezin ya ji bo paqijkirina navçe û taxan ji rêxistina terorê, em ji gelê herêmê distînin. Ez ji birayê xwe yên ku li herêmê dijîn rîca dikim bila hinekî din bi sebir bin. Dewlet bi hemî dezgehên xwe bi hemî hêza xwe piştgirê gelê herêmê ye û ê di piştgiriyê da berdewam be."
Erdogan wiha got, "Bêguman rêxistina terorê û ew kesên ku pêwîst e bi ziman û derfetên siyasetê tevbigerin lê ketine refên terorê, ê di wan xendeqên ku hatine kolan da bên binaxkirin. Nuha hêzên me yên çekdar, polêsên me û qoruciyên me yên gundan yên xwebexş, bi hev ra, li başûrê rojhilat, li rojhilat, li hemî navçe, tax û gundên ku xendeq li wan hatine kolan di têkoşînê da berdewam in."