AGRI
Îngilistanê di dema Şerê Çanakkaleyê de ji bo xatirayê destmaleke hevirmûş da çêkirin û çapkirin. Ev jî girîngiya Şerê Çanakkaleyê dide nîşan. Resma li ser desmalê beriya şerê Gelîboluyê hatiye çêkirin. Di resmê de keştiyên şer ên Îngilizan ji Çanakkaleyê derbas dibin û diçin Stenbolê. Di alîkî resmê de jî ala mêtingeh heye û plan dikin ku vê alayê li Stenbolê daliqînin.
Desmal ji nav koleksiyona Oguz Aydemirê karsaz derket. Di koleksiyona Aydemir de agahiyên dewra sedsala 18emîn balê dikşînin.
Mendîl li Navenda Çanda Ataturk ya Zanîngeha Egeyê di Pêşangeha Mendîlên Hevirmûş yên Dîrokî de hat pêşandin. Ev pêşangeh di çarçoveya salvegera 100emîn ya Şerê Behrê yê Çanakkaleyê de bi destê Fermandariya Sehaya Behrê ya Başûr hat lidarxistin.