Nihat Kavşut
04 Mijdar 2017•Rojanekirin: 04 Mijdar 2017
BRUKSEL
Christos Stylianidesê Endamê Berpirsyarê Rêvebirina Qeyran û Alîkariyê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) der barê bûyerên li Arakanê da wiha got: "Ez gotinên (Antonio) Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) qebûl dikim. Ji bona vê rewşê pênaseya tekane belkî jî paqijiya nijadî ye."
Stylianidesê ji bona rewşa penaberan lêkolînê bike çû serdana Bangladeşê daxuyanî da televizyona Euronewsê.
Stylianides destnîşan kir divê hikûmeta Myanmarê bê qanekirin da ku siyanetê nîşanî hemû welatiyan bide.
Christos Stylianides diyar kir divê alîkariyeke mezin bidin misilmanên ji Arakanê yên ji ber zilma Myanmarê xwe sipartine Bangladeşê û wiha got: "Ez gotinên Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî qebûl dikim. Ji bona vê rewşê pênaseya tekane belkî jî paqijiya nijadî ye."