YANGON
Li Myanmara ku gelê wê feqîr e ji dara tanakayê kremeke ku ji tavê diparêze tê çêkirin. Hema hema hemû jin û zarok ji bo ku xwe ji tavê biparêzin vê kremê li xwe didin.
Krema Tanakayê ya ku navê xwe ji dara Tanakayê hildide bi awayekî xwezayî ji bo kozmetîkê tê çêkirin.
Jinên Myanmarê serê sibê piçek avê ve krema ku rengê wê zer e li rûyê xwe didin û wisa derdikevin derve. Gel bawer dike ku ev krema biha ji tavê diparêze. Jin vê kremê li rûyê û milên zarokên xwe jî didin, êvarê bi avê ve dişon.
Dema ku mirov aboriya myanmariyan dinihêre ev krema ku bihayê wê 7-10 dolar e, wek luks e.