Nuran Erkul Kaya
21 Gulan 2025•Rojanekirin: 21 Gulan 2025
Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Davîd Lammy eşkere kir ku mizakereyên der barê peymana bazirganiyê ya nû ya bi Îsraîlê ra hat rawestandin.
Lammy di axaftina xwe ya li parlamentoyê da êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê zêde bûne destnîşan kir û got ku "Em nikarin bibin temaşevanê vê rewşa her ku diçe xirabtir dibe. Ev rewş dijî prensîbên ku bingeha peywendiyên me yên dualî (yên bi Îsraîlê ra) ye û heqareta dijî nirxên Îngilîz e. Ji ber vê yekê ez îro eşkere dikim ku me mizakereyên xwe yên der barê peymana bazirganiyê ya serbest a nû ya bi hikûmeta Îsraîlê ra dihat kirin rawestand. Kirinên hikûmeta Netanyahu ev pêwîst kir."
Lammy got ku gazî balyozê Îsraîlê kirin ku bê Wezareta Karên Derva û dê vê biryarê ragihînin balyoz û axaftina xwe wiha domand:
"Ez dixwazim ku ji gelê Îsraîlê ra vê bibêjim. Em, ez bi we ra dostaniyeke xurt a xwe dispêre nirxên hevpar dixwazin. Em peywendiyên ku di nav civak û gelê me da pêş dikevin dixwazin. Me tu carî dev ji ewlehî û pêşeroja we, tehdîda gelekî rasteqîn a ji Îranê tê, belaya terorîzmê û parastina ji xirabiyên antîsemîtîzmê bernadeye. Lêbelê awayê şerê ku li Xezeyê tê kirin zirarê dide têkiliya me ya bi hikûmeta we ra. Heke Îsraîl vê êrîşa eskerî bi awayê ku tehdîd dike bidomîne û bê astengî pêkanîna alîkariyên însanî hilnede bin temînatê em ê hember vê pêngavên pêşdatir biavêjin."
Îngiltereyê ji ber êrîşên dijî Xezeyê Balyozê Londonê yê Îsraîlê gazî Wezareta Karên Derva kir
Îngiltereyê ji ber ku êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê zêde bûne Tzîpî Hotovelyê Balyozê Londonê yê Îsraîlê gazî Wezareta Karên Derva kir.
Wezareta Karên Derva yê Îngilteretê ragihand ku dijî sazî û kesên ku li Şerîaya Rojava tevî bûyerên şîdetê yên dijî Filistîniyan bûne mueyideyên nû xistin dewrê.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da hat gotin ku ev mueyide "3 kes, 2 qereqolên niştecihên dereqanûnî û 2 rêxistinên ku li Şerîaya Rojava piştgiriyê didin şîdeta dijî Filistîniyan" hedef digire.
Danîella Weîssa damezrînera Komeleya Nahalayê ya ku xesbkirina xa Filistîniyan diparêze jî di nav kesên ku dê dijî wan mueyide bên tetbîqkirin da cî digire.
Her wiha ji ber ku Îsraîlê êrîşên xwe yên dijî Gexeyê berfireh kirin Hotovelyê Balyozê Londonê yê Îsraîlê jî gazî Wezareta Karên Derva kirin.
Hamîsh Falconerê Wezîrê Dewletê yê Îngiltereyê yê ji Rojhilata Navşn Berpirsyar der barî gazîkirina Balyozê Londonê yê Îsraîlê da got ku "Îngiltere dê ragihîne balyozê ku Îngiltere dijî wê yekê ye ku Îsraîl fealiyetên xwe yên eskerî yên li Xezeyê bi temamî bi awayekî tund zêde kiriye."