Sevim Hatun
27 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim di hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî de li ser biryardariya Tirkiyê ya di mijarê têkoşîna dijî rêxistina terorî de, sekinî. Di hevdîtinê de li ser gavên bi hev re li dijî terorê bêne avêtin rawestiyan.
Li gor agahiya ji çavkaniyên serokwezîriyê hat hildan, di hevdîtinê de Yildirim-Barzanî li ser mijarên wekî peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re, di serî de ewlehî û aborî li ser hemû mijaran bi hûrgilî sekinîn.
Di hevdîtinê de Iraq û geşedanên li herêmê tevî mijarên têkoşîna dijî terorê anîn rojevê.
Serokwezîr Yildirim di hevdîtinê de li ser bibiryarbûna Tirkiyê ya di mijarê têkoşîna dijî rêxistina terorî sekinî.