Ahmet Aydın
15 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi telefonê digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axivî.
Li gorî çavkaniyên Serokwezîrtiyê, Serokê Herêma Kurdistana iraqê Mesûd Barzanî telefon ji Serokwezîr Ahmet Davutoglu ra vekiriye û destnîşan kir ku li hember wê êrîşa menfûr ya ku duh li Enqereyê hat lidarxistin, piştevanê Tirkiyeyê ne.
Hat ragihandi ku di axaftîna telefonê da Barzanî gotiye "Serê xizm û ehlê qurbaniyên êrîşê sax be. Xwedê şîfayê bide birîndaran."
Barzanî anî ziman ku di têkoşîna dijî terorê da piştevanê Tirkiyeyê ne û got, "Îstiqrar, ewlehî û huzûra Tirkiye û Herêma Kurdistanê yek e."
Hat ragihandin ku Serokwezîr Davutoglu sipasiya Barzanî kiriye û gotiye di têkoşîna dijî terorê da wê di hevkariya Herêma Kurdistanê da berdewam bin.