Muhammet Kurşun
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 11 Tebax 2017
SILÊMANÎ
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Parlamenter Ferhad Sengawiyê ku li dijî referandûma serxwebûnê derket ji partiê dûr xist.
Di daxuyaniya nivîskî ya YNKê hat ragihandin ku Ferhad Sengawiyê li Parlamentoya Kurdistanê parlamenter e ji partiyê hatiye dûrxistin û hemû endamên ku li dijî mafê çarenivîsiyê û referandûma serxwebûnê derdikevin dê ji partiyê werin avêtin û bi cezayê herî tund werin cezakirin.
Di biryara dê wiha hat ragihandin:
"Mafê çarenivîsê, referandûmê û serxwebûnê stratejiya negor a Yekîtiyê bû û niha jî wiha ye. Biryarên Encumeniya Serkirdayetî, Mekteba Siyasî, nexşerêya Yekîtiyê, peymana Yekîtî û Goranê; di van hemûyan de teyida li ser stratejiya mafê çarenivîsê û referandûmê tê kirin. Loma ladan û badana di vê biryarê de, li gor peyrewa navxweyî cezayê herî giran ê partiyê dide îcabkirin."
Di dewamiya daxuyaniyê de li ser Ferhad Sengawî wiha hatiye:
"Di van rojan de bêjerekî radyoyê li şax-çiyê bi navê Ferhad Sengawî di lîsteya Yekîtiyê de bo namzedê parlamenteriya Kurdistanê bû. Sengawî li navçeya Sengawa xwe ya kurdperwer de, di encama siyaseta lîstbaziyê û gotinsaziyê de tenê û tenê 23ê deng bi dest xistiye. Dengên ku stendine li Kurdistanê Yekîtiyê ji bo wî kom kirine. Vî zatî piştî raperînê berdewam dibêje: "Firsenda herî baş ji bo serxwebûnê ketiye destê kurdan. Lê belê serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê newêrin biryara serxwebûnê bistînin." Lê dema ku serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê biryara referandûmê stend, diçe nav rêza "kampanyaya nexêr niha ji bo referandûmê."
Mekteba Siyasî ya YNKê di daxuyaniya xwe de zêdetir wiha agahiyê dide:
"Ev siyaseta Sengawî li dijî bîr û baweriya Yekîtiyê û bernameya wê ye. Loma YNKê di civîna 09.08.2017an de biryar daye ku ji rêza Yekîtiyê were derxistin. Dema ku Parlamentoya Kurdistanê asayî bû û hat vekirin jî taqîbat digel tê kirin û piştbenda parlamenteriyê jê tê stendin. Herwiha her tiştê ku bi rêya Yekîtiyê bi dest xistibe dê bi yasayan li Yekîtiyê were vegerandin.