Haydar Şahin
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 11 Tebax 2017
ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derva û Balyoz Huseyin Muftuoglu ji bo destûra ziyareta Baregeha Qonyayê got: "Wisa tê plankirin ku wek misyona NATOyê bi rayedarekî payebilind ê NATOyê di 8ê îlonê da ziyaretê bê kirin. Hevdîtinên ji bo hûrgiliyên ziyaretê, gavên ku piştî ziyaretê bên avêtin hê li NATOyê dawam dikin."
Muftuoglu pirseke li ser ziyareta leşkerên alman ên li Baregeha Qonyayê ya NATOyê bersivand.
Muftuoglu der barê mijarê de wiha agahî da:
"Parlamenterên alman dê leşkerên alman ên li Baregeha Qonyayê ya NATOyê di Misyona AWACSê da wezîfeyê dikin ziyaret bikin. Wek daxuyaniya Wekîla Berdevkê NATOyê, Sekreterê Giştî yê NATOyê ji bo hêsankirina ziyareta parlamenteran bi herdu wezîrên Karên Derva ra axivî."
Muftuoglu got ku li gor planan ziyaret dê wek misyona NATOyê bi rayedarekî payebilind ê NATOyê ra di 8ê îlonê da bê kirin, hevdîtinên ji bo hûrgiliyên ziyaretê, gavên ku piştî ziyaretê bên avêtin hê li NATOyê dawam dikin.
Muftuoglu destnîşan kir ku dê Tirkiye hevkariya xwe ya ku dide herekatên NATOyê bidomîne û got, "Biryara ziyareta parlamenterên alman li Baregeha Qonyayê di vê plana piştre da hat dayîn."