Türkan Tosun
31 Gulan 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo piştgirî û alîkariya rêxistina terorêî PYDyê wiha got: "Ev çekên ku didin vê rêxistina terorî ne bi tenê li hember Tirkiyeyê, li hember hemû mirovahiyê dikare bê bikaranîn."
Çavuşoglu piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Slovenyayê û Alîkarê Serokwezîr Karl Erjavec civîneke çapemeniyê li dar xist.
Li ser pirsa der barê Emrîka alîkariya rêxistina terorî PYD/YPGyê dike, çekan, muhîmatan û wesayitan dide rêxistinê de Çavuşoglu wiha axivî: "Di mijara YPG, PKKyê û piştgiriya ku li Sûriyeyê didin YPGyê de nêrîna me pir eşkere ye. Serokomarê me Erdogan di ziyareta xwe ya Washîngtonê de tevgera Tirkiyeyê û fikar bi eşkere anîne ziman. Em dibêjin piştgiriya ku didin YPGyê ji bo dahatûya Sûriyeyê pir bi rîsk û talûke ye."
Wezîr Çavuşoglu got ku gelek welatên Ewropayê jî di vê mijarê bifikar in û wiha dewam kir: "Ev çekên ku didin vê rêxistina terorî ne bi tenê li hember Tirkiyeyê, li hember hemû mirovahiyê dikare bê bikaranîn. Bi taybetî der barê dahatûya Sûriyeyê de fikar hene. YPG heta îro cihên ku çûye kurdên ku wek wê nafikirin jî di nav de herkesî nefî dike, hewl dide li gor îdeolojiya xwe kantonan ava bike, em van tiştan dizanin û dibêjin. "