06 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî yên ewle ya AAyê bi dest xist, YPG/PKKya rêxistina terorê 400 kesên ji terorîstên DEAŞî û malbatên wan pêk tê yên di kampa Holê ya li Hesekeya bajarê Sûriyeyê da diman, bi kefaleta eşîrên Ereb va berda.
AAyê xwe gihand navê wan kesên ji kampê hatine berdan.
Dema Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê dabû destpêkirin YPG/PKKyê bi sedan terorîstên DEAŞî û malbatên wan berdabû.
Rêxistinê bi vê tevgera xwe va xwestibû çavê Amerîka û welatên Rojavayê bitirsîne ku ew operasyona Tirkiyeyê bidin sekinandin.
Wezareta Parastina Neteweyî di 17ê mijdarê da daxuyandibû YPG/PKKya rêxistina terorê herî kêm 800 DEAŞî ji Girtîgeha Tel Ebyadê berdaye.
Rêxistinê di nav du mehên dawîn da ji 1000î zêdetir endamên DEAŞê û malbatên wan berda.
- Kampa Holê
YPG/PKKyê li bajaroka Holê di nîsana 2017an da ev kamp ava kiribû û sivîlên ji pevçûna DEAŞa rêxistina terorê ji Dêrazorê direvîn hildabû vê kampê. Rêxistin malbatên DEAŞiyên teslîm bûn jî li vê kampê digre.
Rêxistin li hemberî van sivîlên ku bi zorê li vir digre miemeleyên nebaş dike.
Pirsgirêkên sereke yên li kampê ew in ku şert û mercên baş tune ne, cihên destavê û serşoyê nebaş in, kon qelişî ne, xwarinên kartî an jî hindik maye xirab bibin didin, ji bo nexweşên nexweşiyên wan ên kronîk heye derman nayên peydakirin û li nexweşan xwedî dernakevin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên civaka sivîl her tim dibêjin şert û mercên li kampê her ku diçe xirab dibe û dixwazin xwe bigihînin navendên milîtanên DEAŞî lê tên girtin.
Li gor NYyê Kampa Holê dikare ancax 10 hezar kesî hilde lê 7-8 qatê wê zêdetir kes tê da dimînin ku ji van jê gelek zarok û jin in.
Nêzîkî ji 50 welatî çend hezar terorîstên biyanî û gelek terorîstên ji Sûriye û Iraqê li vê kampê tên girtin.