24 Nîsan 2019•Rojanekirin: 25 Nîsan 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê herêmên ku dagir kiriye, ji terorîstên biyanî ku Ermeniyên di sefên wan da jî di nav da, rêxistineke nû ava kir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, YPG/PKKya rêxistina terorê di salvegera îdiayên Ermeniyan ên li ser bûyerên sala 1915an da qaşo tabur ava kir û di nav da Ermenî jî hene.
Rêxistinê navê Nubar Ozanyanê Ermenî ku di sefên wan da hat kuştin li şaxê kir.
Di danezana avakirinê da hat daxuyandin ku qaşo tabur hedef dike ku "Rojavayê li hember Tirkiyeyê biparêze".
Qaşo tabur ji nêzî 90 kesan pêk tê û wê li Qamişlo, Heseke, Resûleyn û Amûdêya ku di bin dagirkirina YPG/PKKyê da ne, fealiyetê bike û hat gotin ku wê li ser sînorê Tirkiyeyê li herêmên Tel Ebyad, Eynelereb (Kobanê) û Resûleynê bi cih bibe.
Terorîst Ozanyan wekî fermandarê qaşo Rojhilata Navîn ê TKP/ML TÎKKOya rêxistina terorê bû û di 2017an da di sefên YPG/PKKyê da dema ku şer dikir hat kuştin. TKP/ML TÎKKO li Tirkiyeyê sûîqest kirin, bombe teqandin û bi hêzên ewlehiyê ra ketin pevçûnê.
Rêxistin ASALAya rêxistina terorê wek "pêşengê xwe" pênase dike.
Dema civînê avakirinê da wêneyên Levon Ekmekçiyan ku di komkujiya Tirkên Azerbeycanî da cih girt û paşê di ASALAyê da fealiyet kir, Monte Melkonyan û Kevork Çawîşê ku di dema Osmaniyan da çeteyê Ermenî bû, Andranîk Ozanyan, Îbrahîm Kaypakkayayê avakarê TKP/ML TÎKKOya rêxistina terorê û Abdullah Ocalan hatin dîtin.