Haydar Şahin
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Mixalifên ji Sûriyeyê ji bo herekata ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (HÇT) bibe ser Efrîna di dagiriya PYD/PKKya rêxistina terorê da amade ne.
Nûçegihanên AAyê yên li Îdlibê dîmenên şervanên mixalif ên li ciyên çavdêriyê yên ku li xeta eniya rêxistina terorê ya li Efrînê mêze dikin kişandin.
Mixalifên ku beriya operasyona Tirkiyeyê bibe ser Efrînê amadehiyên xwe temam kirin çavdêrî û nobedên xweyên li xeta eniyê zêde kirin.
Mixalif tevgerên terorîstên li Efrînê dişopînin û carcaran guleya hişyariyê diteqînin.
Komên mixalif ên leşkerî top û rokêtan jî diavêjin kozikên PYD/PKKê.

Efrîna li bakurê rojavayê Sûriyeyê navçeya Heleba cînarê Hatay û Kilîsa bajarên Tirkiyeyê ye. Rojhilatê wê Til Rifata ku piranî Ereb lê dijîn a PYD/PKKê dagir kiriye û Ezeza di kontrola mixalifanda hene. Li başûrê wê jî Îdliba di kontrola mixalifan da heye. Navçe ji aliyê başûrê rojhilatê ra digihîje hêzên rejima Esed.
Ji ber bilindahiya erdê Efrînê navenda Kilîsê û qismeke Hatayê di menzîla agirê rêxistinê da dimîne. Rêxistin bi salan e Çiyayên Amanosê ji bo derbasbûna Tirkiyeyê bi kar tîne. PYD/PKK ji bo ku ji bakurê rojavayê Sûriyeyê ra derbasî Behra Sipî bibe pişta xwe bi Efrînê ra girê daye. Rêxistina terorê ser Efrînê ra herêma bêpvçûn a Îdlibê û ya Mertalê Feratê tehdîd dike.
Tirkiyeyê bi Herekata Mertalê Feratê va DEAŞa rêxistina terorê ji sînorên xwe dûr xistibû, pêşî li PYD/PKK birîbû ku seranserê sînor zeft neke û diyar kiribû ku hedefa din Efrîn e.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya 16ê rêbendanê da gotibû, "Înşaellah HÇTê di demeke kin da mijara Efrîn û Minbîcê hel bike. Amadehiyên me hatin temamkirin, dibe ku bi carekê hereket dest pê bike."
Ji sedî 65ê sînorê Tirkiye-Sûriyeyê di dagiriya PYD/PKKê da ye.