BEXDA
Li Bexdaya paytextê Iraqê bi wesaîta bombebarkirî êrîş birin ser cihê ku kontrol lê tê kirin. Hat ragihandin ku di bûyerê de 10 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan nêzî Deriyê Bexdayê yê ku li başûrê paytextê bi wesaîta bombebarkirî li cihê kontrolê êrîşa xwekujiyê hat lidarxistin. Di êrîşê de 10 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku kesên birîndar demildest rakirin nexweşxaneyên derdorê û tê gotin ku hejmara miriyan jî dibe zêde bibe.