QUDIS
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku êrîşên xwe yên li ser Xezeyê dê bidomîne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê hat dayîn de wiha hat gotin: "Artêş amade ye û ji bo parastina gelê Îsraîlê dê xebatên xwe bidomîne. Em ê dîsa êrîşî Hamasê bikin."
Berdevkê artêşa Îsraîlê Peter Lernerê ku serheng e jî di heman daxuyaniyê de wiha got: "Êrîşên bi moşek yên ku ji aliyê Hamasê ve li ser Îsraîlê dest pê kirin bi tu awayekî nayên qebûlkirin. Artêşa Îsraîlê bersiva Hamasa ku bi biryareke xelet agirbest binpê kir dê bide. Ji bo parastina û domandina ewlehiya Dewleta Îsraîlê em ê êrîşên xwe yên li ser Hamasê bidomînin."