Haydar Şahin
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ÇORUM
Hat îdiakirin ku li Çorumê keçikek 4 rojan li ser hev bi şev hat goristanê û li ber serê mezelekî girî. Ji bo dîtina wê keçikê ekîbên polêsan xebat dan destpêkirin lêbelê encamek bi dest nexist.
Ji bo dîtina keçika ku tê îdiakirin ji 28ê nîsanê pê va bi şev hat Goristana Mezin û li ber serê mezelekî girî, ekîbên şaredarî û polêsan xebat dan destpêkirin û xebatên wan hê dewam dikin.
Ekîban gotin dibe ku keçika nasnameya wê hê nehatiye tesbîtkirin îşev jî were ber serê mezel û li ser vê ji saet 19.00an pê va li herêmê xebat dan destpêkirin. Polêsan rêyên li der û dora goristanê ji çûyîn û hatinê ra girtin û tevdîrên ewlehiyê hildan, welatî ji dora goristanê dûr xistin.
Ekîban bi lambeyên destan goristan kontrol kirin û kamerayên şevê yên li tanga merzelê Fatma Ç.ya ku di sala 1982yan da miriye û û tê îdiakirin ku keçik li ber serî digirî mêze kirin lêbelê itiştek nedîtin.
Piştî lêkolîna 8 saetan ber xwe da encameke bi dest neket.
- 4 kes hatin binçavkirin
Di dema xebatan da welatiyên ku mijar mereq dikirn eleqe nîşan dan. Welatiyên ku ji do berêvarê pê va li herêmê kom bûn ligel şiliyê xebatên lêgerîna keçikê ji nêz va teqîb kirin.
Welatiyan bi têlefonên desta dîmenên goristanê û polêsan kişandin û hetanî nîvê şevê ji herêmê veneqetiyan.
Polêsan hin kesên ku hewl dan têkevin goristanê ji herêmê dûr xistin. Di vê navberê da niqaş derket û polêsan 4 kesên dixebitîn gel provoke bikin binçav kirin.
Ekîb xebatên xwe yên li ser û dora goristanê didomînin.