İbrahim Atmaca
18 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
WASHINGTON
Hat îdiakirin, Mike Pompeoyê ku ji bo Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê nû hat tayînkirin di serê vê mehê da çû Koreya Bakur û bi serokê welêt Kim Jong-un ra hevdîtin kir.
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku ji rayedarên payebilind ên rêvebiriya Amerîkayê hin kesan bi serokê Koreya Bakur Kim ra hevdîtin kir û şûnda, rojnameya Washington Postê rayedarê ku çû Pyongyang û bi serokê Koreya Bakur ra hevdîtin kir, eşkere kir.
Rojnameyê îdia kir ku Pompeo dema ku Dîrektoriya Teşkilata Agahdariyê ya Navendî (CIA) dikir, di yekşema ewil a meha nîsanê betlaneya paskalyayê da çû Pyongyangê.
Ji CIA û Qesra Spî der barê mijarê da tu daxuyanî nehat dayîn, lê rojnameyê seyaheta Pyongyangê ya Pompeo sipart du rayedarên Amerîkayî.
Pompeo hefteya çûyî ji bo pesendkirina wezîfeya xwe ya nû îfade dabû Komîteya Têkiliyên Derva ya Senatoyê û gotibû ku ew piştgiriyê nade ku li Koreya Bakur rejim biguhere.
Pompeo diyar kiribû ku, ji bo çareseriyeke dîplomatîk ku pêdiviya Amerîka û dinyayê pê heye, ew xweşbîn e ku serokên Amerîka û Koreya Bakur wê di nav şert û mercên guncan da bikaribin hevdîtinê bikin.
Trump duh bi Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe re li Florîdayê li qesra Mara Lagoyê di civîna çapemeniyê da gotibû ku bona dîtina Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur gelekî "bêsebr e."
Trump gotibû ku ew ê bi Kîm Jong-un re serê meha hezîranê bên bal hev lê der barê ciyê hevdîtina wan de hê biryar nedane û gotibû ku wan dest pê kiriye hevdîtinên "rasterast û pir payebilind" dikin.