Türkan Tosun
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
SİNGAPUR
Serokê Amerîkayê Donald Trump û lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-un wê di 12yê hezîranê de li Sîngapurê werin bal hev. Rêxistina Esmanî ya Sivîl a Navneteweyî (ICAO) daxuyand di 11, 12 û 13yê hezîranê hin cih wê ji bo seferên sivîl wê bên qedexekirin.
Li gor nûçeya li ser malpera înternetê ya Channel New Asîayê ICAO ji bo şirketên rêhewayê hişyariyek weşand û got di 11, 12 û 13yê hezîranê Baregeha Esmanî ya Paya Lebarê ya Amerîkayê û cihên li der û dora wê ji bo seferên sivîl wê bên qedexekirin.
Hat gotin cihên ku ji hêla Balafirgeha Changiyê û rêvebiriya Sîngapurê va wek qadeke taybet hatiye diyarkirin seferên balafiran wê bên sînorkirin.
Li gor vê hişyariyê di van dîrokan de balafirên ku dadikevin wê hêza xwe kêm bikin û pîstên wan ên ku wê daynîn jî wê bên sînorkirin.
Ji bilî vê li Girava Santosayê ya ku Balyozxaneya Amerîkayê, otelên navneteweyî, Otella Capellayê ya ku civîn wê lê çêbibe jî bikaranîna drone û wesayîtên bêmirov hatin qedexekirin.
Serokê Amerîkayê Trump û lîderê Koreya Bakur Kîm wê di 12ê hezîranê de li Singapurê werin bal hev.
Herdu serok wê li ser mijarên ewlehiyê, bêçekiya nukleer biaxivin. Ji şerê Koreyê ya ku di navbera 1950-1953an de çêbibû vir va agirbestek heye. Lê ji bo ku ev agirbest bibe aştiyeke mayînde ev civîn gaveke girîng e.