Abdullah Tel
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
WASHINGTON
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Nîkkî Haleyê got ku welatê wê ji Konseya Mafên Mirovan a NYê veqetiya û wiha pê da çû: "Ev konsey layiqî navê xwe nîne."
Haleyê tevlî Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo li Wezareta Karên Derva civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û daxuyaniya der barê mijarê da eşkere kir.
Di axaftina xwe da Haleyê xeberdana Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ku salek berê gotibû 'heke heta salekê di nav Konseya Mafên Mirovan a NYê da reform neyê kirin wê Amerîka jê veqete' bi bîr xist û got ku di vê pêvajoyê da tu guherîn nebû.
Haleyê bal kişand ser welatên wek Çîn, Kuba û Venezuelayê yên di nav konseyê da cih digirin û destnîşan kir ku ew welat mafên mirovan binpê dikin lê konsey bi tenê li hemberî Îsraîlê bi pêşdarazî tevdigere û wiha pê da çû: "Amerîka ji konseyê veqetiya. Di konseyê da li hemberî Îsraîlê pêşdaraziyeke kronîk heye. Lê heke di nav konseyê da guherîn bên kirin Amerîka dikare ji nû va beşdarî konseyê bibe. Ev konsey niha layiqî navê xwe nîne."
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo jî destnîşan kir ku konsey di mijara parastina mafên mirovan da "bêkêr" e û wiha pê da çû: "Konsey meyldarê wan welatan e ku mafên mirovan binpê dikin. Rexneyên ku di Konseya Mafên Mirovan a NYê da li hemberî Îsraîlê tên kirin durûtî ne."
Tê payîn ku Konseya Mafên Mirovan a NYê di 2yê tîrmehê da bicive û li ser meseleya Filistîn û Îsraîlê bisekine.
Di konseya ku Cenevreye ji xwe ra wek navend kifş kiriye da li ser mijarên mafên mirovan hevdîtin tên kirin û 47 endam hene, Tirkiye jî wek dewleta çavdêr di konseyê da cih digire.