08 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Tebax 2017
ANKARA
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand rejima Beşar Esed meha tîrmehê di êrîşên biriye ser "herêmên bêpevçûn" da herî kêm 244 bombeyên warêlê emilandine.
SNHRyê der barê emilandina bombeyên warêlê yên rejimê da raporek weşand.
Di raporê da hat diyarkirin Tirkiye, Rûsya û Îranê 3-4ê gulanê di hevdîtinên Astanayê da 4 herêmên bêpevçûn eşkere kirine û hat gotin rejimê di nav meha borî da herî zêde li başûrê welêt li Deraya di nav herêmên bêpevçûn da ye bombeyên warêlê emilandine.
Hat destnîşankirin piştî Derayê hin herêmên paytext Şamê, Suweyde û Hemayê di rêzê da ne û hat gotin li heman herêman herî kêm 244 bombeyên warêlê hatine emilandin.