28 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
MOGADÎŞU
Weqfa Alîkarî, Maf û Azadiyên Mirovahiyê (ÎHH) li Somaliya ku hişkayî lê dibe sedema birçîbûn, nexweşî û mirinê alîkariya av û xurekê dide bi hezaran kesên ku li qampan jiyana xwe didomînin.
Yusuf Avciyê Rayedarê Yekeya Têkiliyên Karên Derva ya ÎHHyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku herî zêde Baydovaya ku 250 kîlometreyî dûrî Mogadîşûya paytex di tesîra hişkayiyê da maye û ew ê li vê derê her roj bi tankên 12 tonî va avê li gel belav bikin û xurekê bidin wan.
Avci destnîşan kir ku gel ji ber hişkayiyê nikare avê bibîne û meriv ji gundên ku 50-60 kîlometreyî dûrî Baydovayê ne bi saetan dimeşin û koçî navenda bajêr dikin.
Avci diyar kir ku li Baydovayê kêmzêde 75 konbajar hene, ditirsin ku eva hêjmara zêde be.
Avci destnîşan kir ku bi dehan hezarî kes di holikên ku bi qirş û qalan va çêkirine da dimînin û bi alikariya saziyên alîkariyê va jiyana xwe didomînin, di sala 2011î da jî bi heman awayî hişkayî çêbibû û 250 hezar kes miribûn.
Avci wiha got: "Heger di meha nîsanê da baran nebare îhtimal heye gelek kes bimirin."
Avci diyar kir pêwîstiya xelkê Somaliyê bi alîkariyê heye û got di demeke kurt da wê bijîşkên ji Tirkiyeyê li Somaliyê kontrola tenduristiyê bikin.
Nîşad Hesena (48) bi alîkariya ÎHHyê jiyana xwe dewam dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Hesenê destnîşan kir tevî 4 zarokên 2 hefte ye li konbajara li Baydovayê dimîne û got ji ber bêaviyê mala xwe terikandine û hatine konbajar.
ÎHH wê li Baydovayê 15 rojan ji bo mehekê xwarin û xurekê bide 300 malbatî.
Hikûmeta Somaliyê li tevahiya welêt rewşa afata neteweyî îlan kiribû.