28 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
GAZÎANTEP/HELEB
Xesara ku DEAŞa rêxistina terorê da Baba navçeya Helebê piştî çendîn hefteyan derket holê. Kesên ku bi alîkariya eqrebayên xwe vegeriyan Babê, ji bo ku mal û kargehên xwe yên ku di şer da xerab bûn, temîr bikin, bê navber dixebitin.
Dema ku Operasyona Mertalê Feratê dihat kirin, navbera Reqaya navenda DEAŞa rêxistina terorê û Babê vekirî bû. Hema bibêje derûdora navçeyê, li her derê teqemeniyên destçêkirî hatibûn çalkirin û piştî ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) piştgirî da Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) navçe hat bidestxistin.

Bab dema ku di destê DEAŞa rêxistina terorê da bû, nifûsa wê heta 20 hezarî kêm bibû û hin kes jî wek "mertalê zindî" hatin bikaranîn. Piştî ku hat azadkirin gel piştgiriyê dide îmara herêmê.
Piştî ku penaberên li Tirkiyeyê vegeriyan û ji herêmên cuda yên Sûriyeyê koç kirin, hejmara nifûsa Babê derket 80 hezarî.
Kesên bi alîkariya xizmên xwe vedigerin bajêr mal û dikanên xwe yên ji ber şer xirab bûn çêdikin. Malbat dixwazin havînê li Babê bimînin.

- Rêyên ticaretê jî xera bûn
Rêbeja xeta Ezez-Cerablus-Babê digihîne hev û wek "rêya ticaretê ya Sûriyeyê" tê zanîn jî bi alîkariya dildaran tê çêkirin. Welatî jî tevlî yekîneyên ASAyê dibin û dixebitin.
Huseyîn Evdiletîfê di çêkirina rê da dixebite diyar kir terorîstan welatiyan dan koçkirin, derdor xerab kirin û gelek kes kuştin.
Evdilletîf destnîşan kir dema Bab destê rêxistina terorê da bû nikaribûn ji malên xwe derkevin.

"Ev axa pêşeroja me ye. Înşallah ev derê dê ji berê baştir bibin. Emê jî çi ji destê me bê bikin."
Huseyîn Mistefa jî ragihand ku niha ne mimkun e ku rêya asfalt bikin. Lê wê ji berê baştir bikin û wiha dewam kir: "Qet nebe niha ji bo ji berê çêtir be, em hewl didin."
Hesen Yehyayê bavê 4 zarokan ku mala xwe ya li navenda navçeyê tamîr dikir jî got ku rêxistina terorê xisareke mezin daye Babê.

Yehya wiha dewam kir: "4 zarokên min hene. Rewşa me ne baş e lê dibê ez ji bo zarok û xanima xwe moralê xwe baş bikim. Niha mala me xerabûye û perê me tuneye ku em karkeran bigrin. Ji ber vê yekê jî ez bi zarokên xwe re weke bi lîstikê bilîzin, molozên di mala me de derdixin. Em ji bo ji nû ve mala xwe çêbikin dixebitin. DEAŞê zirareke mezin da vê axê, em 50 salan paşve bir lê emê van rojan ji derbas bikin. DEAŞê Bab 50 salî paşve bir. Emê dest bidin hev û ji heqê van rojan jî derên."