Zuhal Demirci
24 Sibat 2022•Rojanekirin: 25 Sibat 2022
Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson der heqê midaxeleya eskerî ya Rûsyayê ya dijî Ukraynayê da wiha got, "(Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir) Putîn li dijî Ukraynayê ev êrîşa belasebeb da destpêkirin û rêya xwînrêtin û wêrankirinê hilbijart."
Johnson di parvekirina xwe ya li ser Twitterê da diyar kir, ew ji ber bûyerên tirsnak ên li Ukraynayê pir tirsiya, ji bo gavên din wî bi têlefonê bi Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ra xeberda.
Johnson wiha got, "Putîn li dijî Ukraynayê ev êrîşa belasebeb da destpêkirin û rêya xwînrêtin û wêrankirinê hilbijart. Îngiltere û mitefiqên me dê bibiryar bersivê bidin."
Wezîrê Karên Derva yê Îrlandayê Simon Coveney jî diyar kir, welatê wî di civîna bilez a KENYyê da biryara Rûsyayê ya destpêkirina operasyona eskerî, şermezar kir û wiha got, "Ez bangî endamên konseyê dikim ku li gorî berpirisiyariya xwe tevbigerin û der heqê vê çalakiya êrîşkarane da bi awayê herî bihêz ê pêkan biaxivin."
Conevey got, ekîba dîplomatîk a li Kîevê bo ciyê ewle hat veguhestin.