Mümin Altaş
24 Sibat 2022•Rojanekirin: 24 Sibat 2022
Di serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da li Kuliyeya Serokomariyê di saet 11.00an da wê civîna ewlehiyê bê kirin.
Li gor agahiyan ji bona midaxeleya eskerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê di serokatiya Serokomar Erdogan da li Kuliyeya Serokomariyê civîna ewlehiyê bê kirin.
Di civînê da wê Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Serkan Orgeneral Yaşar Guler, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Katibê Serokomariyê Hasan Dogan û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin amade bin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî ji ber ku li Qazaxistanê ye wê beşdarî civînê nebe.