Borîs Johnson, nivîsek şand rojnameya Daîly Telegraph a Îngilîz û îfade kir ku bila kesên bêyî agahîdayîn çûn Sûriye an jî Iraqê, divê heta bêsuciya wan bê îsbatkirin, terorîst bên hesibandin.
Johnson, bal kişand li ser xetereya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û got ku heta ber li rêxistinê neyê girtin dê "xetereya terorê bigihîje li ber derên malên me."
Erkdarên ewlehiya Londonê diyar kir ku nêzî 500 welatî yên îngilîz ji bo tevlî rêxistina terorê bibin çûn Sûriye û Iraqê û piraniya van niştecihê Londonê ne.