İbrahim Atmaca
21 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2018
LONDRA
Wezîrê Brexitê yê Îngiltereyê Dominic Raab diyar kir, daxuyaniya ku Erbistana Siûdî li ser kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi da ji bawerkirinê dûr e.
Raab ji BBCya saziya weşanê ya qamûyê ya Îngiliz ra axivî û li ser daxuyaniya ku Erebistana Siûdî ya li ser Kaşikçiyê li Konsolosxaneya Stenbolê hat kuştin, sekinî.
Raab wiha got, "Li gor min meriv ji vê daxuyaniyê bawer nake. Der heqê daxuyaniyê da pirsên cidî hene."
Raab daxuyand "Em piştgiriyê didin lêpirsîna Tirkiyeyê" û got Îngiltere dixwaze bibîne ku berpirsiyarên bûyerê hesab bidin.
- Bûyer
Rêvebiriya Erebistana Siûdî eşkere kiribû ku Kaşikçiyê piştî ku di 2yê cotmehê de ket Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî jê xeber nehat sitandin "di encama xirecira ku li konsolosxaneyê derket mir."
Li gor nûçeya SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî, di encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Erebistana Siûdî kir de hatibû îdiakirin ku dema Cemal Kaşikçi çûye Serkonsolosxaneya Stenbolê, ew û welatiyên Erebistana Siûdî yên li wê derê bezîne hev û paşê di rageşiyê da Kaşikçi miriye.