Türkan Tosun
24 Nîsan 2019•Rojanekirin: 25 Nîsan 2019
Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney got hewcedariya Îranê çiqas îxrackirina neftê hebe ewê îxrac bikin, hewldanên Amerîkayê yên dixwaze nefta Îranê tune bike wê vala derkevin.
Komeke qerebalix li Tehranê çû ziyareta Xameney û piştî hevdîtinê wî daxuyanî da çapemeniyê.
Xameney der barê dawîkirina muafiyetên Amerîkayê da axivî û wiha got: "Hewldanên wan wê negihêjin tu encamê. Emê qasî hewcedariya xwe neftê îxrac bikin. Divê ew bizanibin ku hewldanên wan ên dijminane wê bê bersiv nemînin."
Xameney got Amerîka dixwaze li Îranê çok bide vedan û wiha dewam kir: "Xeyala wan ew e ku îxracata neftê ya Îranê bidin sekinandin, lê gelê me yê bihêz û rayedarên me yên hişyar heke baş bixebitin wê hemû astengiyan derbas bibin. Em çiqas kêm bi van cure firotinên neftê va bên girêdan, emê ewqas bên pîrozkirin ku ji bo me evê baştir be."
Qesra Spî roja duşemê daxuyaniyek dabû û gotibû Tirkiye jî di nav da ji bo 8 welatên ji mueyîdeyên neftê yên Îranê muaf hatine girtin wê mafê muafiyetê ya nû neyê dayîn.