Haydar Şahin
06 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Emîr Xatemiyê Wezîrê Parastinê yê Îranê ji ber mihimatên ji pevçûnên li Qerebaxa Çiyayî li erdê Îranê dikevin hişyarî da Ermenistan û Azerbeycanê û got heke pirsgirêk dewam bike ew ê serî li tevdîran bixin.
Li gor xebera ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê Xatemiyê li Meşhedê beşdarî bernameyekê bû di mijara mihimatên ji ber pevçûnên li Qerebaxa Çiyayî di ser erdê wan da dikevin da hişyarî da hikûmetên Baku û Rewanê.
Xatemî got parastina ewlekariya sînorên wan ji bo wan gelekî girîng e û wiha pê da çû: "Ji ber şaşî û guhnedayînê fîşengek jî li nav sînorên Îranê bikeve ev tu carî nayê qebûlkirin. Di vê mijarê da hişyarî dan aliyên li herêma Qafqasyayê şer dikin."
Xatemî axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku parastina gelê li sînor û welatiyên Îranê mijareke girîng e hêviya min ew e ku herdu cînarên me yên dikevin pevçûnan ew ê guh bidin hişyariyê û vê pêk bînin. Heke ev rewşa dewam bike em ê ji vê zêdetir tevdîran hildin. Welatiyên Îranê ji ber xetayê jî zirarê bibînin em vê qebûl nakin."