Fatih Gazioğlu
22 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2018
TEHRAN
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Behram Qasimî got ku hebûna Amerîkayê ya li herêmê hê di serî da polîtikayeke xelet bû û esil sedema rageşiya li herêmê jî ew bûn.
Qasimî li ser nûçeyên ku Amerîka wê eskerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne hin nirxandin kirin. Qasimî got ku hebûna Amerîkayê ya li herêmê hê di serî da polîtikayeke xelet bû û wiha axivî:
"Hebûna Amerîkayê ya li herêmê bi xwe jixwe ne maqûl bû û sedem rageşî û kirîza wê derê bû. Esil sedema bêîtimadî û bêîstiqrariya li herêmê jî eskerên Amerîkayê bûn. Hebûna Amerîkayê û hêzên biyanî yên din li herêmê ev 10 sal e ji bilî rageşî û îxtilafan bi kêrî tiştî nehat."
- Biryara vekişandina yekîneyên Amerîkayê yên li Sûriyeyê
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Di dema serokatiya min da li Sûriyeyê tekane sedema mayîna me hebûna DEAŞê bû. Me ew jî têk bir. "
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê jî wiha gotibû, "Digel ku em di şerê DEAŞê da derbasî merheleyeke nû bûn, me dest pê kir û em eskerên Amerîkayê paşve dikşînin."
Di nûçeyên medyaya Amerîkayê ku dispartin rayedarên Karên Derva da jî hatibû îdiakirin ku Wezareta Karên Derva wê di nav 24 saetan da hemû personelên xwe yên li Sûriyeyê paşve bikşîne û eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê jî wê di nav 60 û 100 rojî da ji welêt vekişin.