Fatih Gazioğlu
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 02 Tebax 2019
Mehkemeya Îsraîlê wexta binçavkirina Mistafa Kharoufê nûçegihanê wêneyan yê Filistînî yê Ajansa Anadoluyê (AA) heta 1 îlonê dirêj kir. Mehkemeyê biryar da Kharouf da ku wî bişîne Cezayîrê.
Parêzerê Kharouf Adî Lustîgman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got doza miwekîlê wî îro li bajarê Remleyê li Navenda Dersînor a Givonê ya Îsraîlê hat dîtin.
Lustîgman got ku mehkemeyê biryar da ku Kharouf heta 1ê Îlonê ji ser Urdunê yan jî ji ser welatekê seyemîn ra bişîne Cezayîrê.
Lustîgman got ku tu têkliliya Îsraîlê û Cezayîrê ya dîplomatîk tuneye û eger heta wê çaxê Îsraîl Kharouf neşînin Cezayîrê, dibe ku piştî 1ê îlonê bê berdan.
- Urdunê Kharouf qebûl nekir
Meqamên Îsraîlê 21ê Tîrmehê xwestibûn Kharouf bi zorê dersînor bikin û bişînin Urdunê. Lê Urdunê bi hinceta ku Kharouf ne hemwelatiyê wan e daxwaza Îsraîlê red kiribû.
- Nûçegihanê wêneyan yê AAyê di 22yê rêbendanê da hatibû binçavkirin
Hêzên Îsraîlê bi hinceta ku "destûra wî ya rûniştinê tuneye" Mustafa Kharoufê nûçegihanê wêneyan yê AAyê di 22yê rêbendanê da li mala wî ya Qudsa Rojhilatê binçav kiribû.
Bavê Kharouf ji bo xebatê di sala 1986an da çûbû Cezayîrê û Kharouf li wê derê hatibû dinyayê. Di 12 saliya xwe da bi malbata xwe ra hatine Qudsa Rojhilatê û ji wê demê vir va seba ku destûra rûniştinê hilde dixebitî, lê 20 sal jî ser ra derbasî bû û hê destûr nedanê.
Kharouf bi Temama ku "nasnameya wê ya Qudsê" heye ra zewicî û ev nasname li Qudsa Rojhilatê dikeve şûna destûra rûniştinê. Kharouf çend sal berê ji bo "gîhandina malbatê" serlêdan kiriye, lê tu encamek jê derneket.
Meqamên Îsraîlê heke Kharouf dersînor bike, wê wî ji Temama jina wî û Asyaya keça wî ya 2 salî biqetînin.