Abdullah Tel
21 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2018
QÛDS
Îsraîlê digel agirbestê bi tankê va êrîşî ser cihê çavdêriyê yê ku li ser sînorê Xezeyê bû kir.
Artêşa Îsraîlê daxuyanî weşand û ragihand ku hin Filistînî îro serê sibehê ji ser têlan da xwe avêtin û derbasî sînorê alî Îsraîlê bûn.
Hat gotin ku ew Filistînî careke din zivirîn alî Xezeyê û li ser vê bûyerê jî devereke çavdêriyê ya aîdê Lîvayên Îzzeddîn el-Kassamê ji hêla bi êrîşa topên tankên Îsraîlê va hat berterefkirin.
Der barê êrîşê da ji alî Filistînê tu agahî nehat parvekirin.