XEZE
Di êrîşên dawîn ên Îsraîl dibe li ser Xezeyê de hejmara kesên ku hatin kuştin derket hezar û 650yî û 8 hezar û 900 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Filistînê yê berê Eşref el-Qudra, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Îsraîlê di danê berbangê de ji hewayê êrîşî bajarê Refahê kir û 9 kes kuşt.
Qûdra destnîşan kir hejmara kesên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin di danê berbanga îro de derket hezar û 650yî û 8 hezar û 900 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên ku Îsraîlê ji hewa, beja û behrê kir de heta niha di 30 hezar û 50 xaniyî de xisar pêk hat, ji wan di 4 hezar û 374 xaniyî de êdî tu kes nikare rûnê, 5 hezar û 238 xanî jî bi temamî hilweşiyan.
Di 12ê hezîranê de li Şerîaya Rojavayê 3 cihû winda bûbûn, lê piştî 18 rojan mirî hatibûn dîtin.
Piştî vê di 2yê tîrmehê de ciwanekî filistînî yê bi navê Mihemed Ebû Hudeyr ji hêla cihûyan ve hatibû revandin û şewitandin. Piştî van bûyeran artêşa Îsraîlê bi navê "Xeta Parastinê" di 7ê tîrmehê de ji hewayê ve êrîşî Xezayê kiribû. 17ê tîrmehê êvara pêncşemê jî ji bejayê ve êrîş dabû destpêkirin.