Zein Khalil,Iyad Nabolsi,Mehmet Nuri Uçar
03 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2023
Artêşa Îsraîlê zorê dide sivîlên Filistînî ku ji hin herêmên bajarê Xan Yûnisa li başûrê Xeta Xezeyê koç bikin.
Ji aliyekê va di êrîşên ku artêşa Îsraîlê dibe ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan zêde dibe, ji aliyekê va jî Îsraîl zext û zorê dide ser sivîlan ku ji hin herêmên başûrê Xeta Xezeyê koç bikin. Lêbelê Îsraîlê di destpêka pevçûnan da ji sivîlên bakurê Xeta Xezeyê dixwest ku koçî başûr bikin û îdia dikir ku başûr ji bo sivîlan qaşo "cihekî ewledar e".
Berdevkê Artêşê Avichay Adraee li ser Xa platforma medyaya civakî bi Erebî daxuyanî da û ji sivîlên Filistînî xwest ku malên xwe yên li herêmên El-Mahatta, El-Ketîbe, Hamed, Es-Satr, Benî Suheyl û Manê yên bajarê Xan Yûnisê biterikînin.
Adraee nexşeya ku wekî "herêmên texliyeyê" bi nav kir û tê da Xeta Xezeyê wekî "bloqan" hatiye parvekirin jî weşand.
Artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî bi dehan cî û war kirin hedef, di êrîşan da gelek kuştî û birîndar hatibûn ragihandin.