Ahmet Karaahmet
11 Mijdar 2024•Rojanekirin: 12 Mijdar 2024
Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Humusa bajarê li naverasta Sûriyeyê.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, Îsraîlê êrîş bir ser Şîşara gundê Humusê.
Ji aliyê din ve Îsraîlê heta niha derbarê êrîşê de tu daxuyanî parve nekir.
Îsraîl ji 2011an vir ve ku lli Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kiribû car caran êrîş dibir ser komên ku piştgirên wan Îran e û artêşa Sûriyeyê.