Ahmet Aydın
14 Adar 2016•Rojanekirin: 15 Adar 2016
MOSKOWA
Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin ferman da ku beşeke mezin ya hêzên Rûsyayê ji Sûriyeyê vekişe.
Ajansa Nûçeyan ya ûris TASSê ragihand ku Pûtîn li ser mijara Sûriyê, digel Wezîrê Karên Derva Sergey Lavrov û Wezîrê Bergiriyê Sergey Şoygu civiyaye. Li gorî nûçeya TASSê, Pûtîn di civînê da ferman daye Şoygu ku beşeke mezin ji artêşa ûris ya li Sûriyeyê, ji sibê bi şûnda paşva bikêşe.
Pûtîn daxwaz kir ku baregeha deryayî ya li Tertûsê û baregeha esmanî ya li Himeymimê di cihê xwe da bimînin û got, "Ez di wê qenaetê da me ku Wezareta Bergiriyê û artêşê wezîfeyên xwe bi giştî anîn cih."
Li gorî nûçeyekê malpera fermî ya krêmlînê jî Pûtîn û Serokê Sûriyeyê Beşşar Esed bi telefonê axivîne û di mijara vekişîna hêzên ûris da li hev hatine.