10 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2019
Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da duh ji êvarê pê va Til Ebyad hat topebarankirin û serê sibê lê bêdengî heye.
Artêşa Tirkiyeyê bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê va li bakurê Sûriyeyê dijî rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê operasyon da destpêkirin û di çarçoveya operasyonê da heta nîvê şevê kozikên terorê yên Til Ebyad û derdora wê ji aliyê obus û tankan va hatin gulebarankirin û nîvê şevê şûnda gulebarankirin kêm bû.
Di çarçoveya herekatê da yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê heta nîvê şevê ji hin deveran derbasî aliyê Til Ebyadê bûn.
Heta destê sibê li Til Ebyad û derdora wê dengê tu pevçûnan nehat û li navenda navçeyê bêdengî heye.
Beriya ku operasyon dest pê bike mensûbên rêxistinê li kozikên terorê yên nêzî sînor hatin dîtin, lê serê sibê kes di kozikan da nehat dîtin.