25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Wezareta Tenduristiyê ji bo temîrata nexweşxaneya li Til Ebyada bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorîstan paqij kirin dest bi xebatan kir. Terorîstan dema revîbûn zirar dabûn nexweşxaneyê. Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku piştî tedîlat û temîratê nexweşxaneyê bi 75 nivînan dest bi xizmetê bike.
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristiyê daxuyanî ad nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teorîstên YPG/PKKyî dema ji herêmê revîn zirar dan Nexweşxaneya Til Ebyadê, ji bo nexweşxane dîsa dest bi xizmetê bike telîmat da ku temîrat û tedîlata nexweşxaneyê were kirin. Koca destnîşan kir ku destpêka hefteyê nexweşxaneyên li xeta sînor ziyaret kir û bi xebatkarên tenduristiyê yên di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da wezifeyê dikin ra hat ba hev û di dema ziyaretê da agahiyên li ser Nexweşxaneya Til Ebyadê hilda.
Wezîr Koca got bi saya Herekata Kaniya Aştiyê herêm ji terorê hat paqijkirin û wekî mayîn zirara ku terorê daye sivîlan jî derkete holê û wiha pê da çû:
"YPG/PKKyê piştî ku herêm dagir kir Nexweşxaneya Til Ebyadê xist 2 qisman. Ji 3 paran 2 parê nexweşxaneyê ji bo milîtanên rêxistina terorê veqetandiye û ketina sivîlan qedexe kiriye. Rêxistin dema vekişyaye jî agir berî qismê ji bo gelê herêmê hatiye veqetandin daye. Endamên rêxistinê piraniya cihazên nexweşxaneya bi xwe ra birine. Wezareta me nika klînîka mobîl şande herêmê. Nika li hewşa Nexweşxaneya Til Ebyadê xizmetê dike ku hetanî nexweşxane were temîrkirin."
Fahrettîn Koca got ji bo tedîlat û temîrata nexweşxaneyê pîlan hazir kirine û wiha pê da çû: "Piştî ku xebatên temîrat û binesaziyê werin temamkirin Nexweşxaneya Til Ebyadê ew ê bi 75 nivînan dest bi xizmetê bike."