25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ji 8 terorîstên ku 8-10ê Cotmehê li Wanê hatin berterefkirin yek Ferhat Bozkurtê di kategoriya tirûncî da û yek jî Alî Yenîceyê di kategoriya gewr da ye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di operasyonên Fermandariya Cendirmeyan ya Wanê da ku 8-10ê Cotmehê li dorbera Çatak û Gurpinara navçeyên Wanê hatin kirin 8 terorîst hatin berterefkirin.
Hat diyarkirin ji 8 terorîstên ku hatin berterefkirin yek Ferhat Bozkurtê bi nasnavê "Argeş Çiya" ku di kategoriya tirûncî da bû û yek jî Alî Yenîceyê bi navnavê "Elî Miksî" ku di kategoriya gewr da bû.
Li gor agahiyan ji bona qefaltina Ferhat Bozkurtê qaşo berpirsiyarê eniya Kato Marînosê û qada Kaymakli-Ordekliyê 600 hezar lire û ji bona qefaltina Alî Yenîceyê qaşo berpirsyarê eniya Wanê û hêza Gurpinar-Çatakê 300 hezar lire xelat hatibû danîn.