Di çarçoveya Pêşbirka Dûr ya Pereşûta Berpalê ya Tirkiyeyê da ku cara yekem li Mûşê hate lidarxistin, 80 pîlot ji Çiyayê Kurtikê ku bilindahiya wê 2 hezar û 645 mêtro ye rabûn û ji asîman va xwezaya bêhempa ya bajêr keşif kirin.
Pêşbirka ku bi hevkariya Walîtiya Mûşê, Federasyona Sporê ya Hewayî ya Tirkiyeyê, Rêveberiya Ciwan û Sporê ya Mûşê, Komeleya Heyva Kesk ya Tirkiyeyê û Kilûba Sporê ya Hewayî ya Kurtika Mûşê va hate lidarxistin, werzişvanên ji welêt û dervayî welêt li bajêr anî cem hev.
Werzişvanên ku serdana bajêr dikirin, bi pereşûtên xwe ji Çiyayê Kurtikê rabûn û bi kîlometreyan firîn, dîmenên Deşta Mûşê, serê çiyayên bi berfê xemilîne û xweşikbûna xwezayî temaşe kirin.
Pereşûtvanên ku derfet dîtin xweşikbûnên bajêr ji perspektîfa çûkan va bibînin, heyraniya xwe ji bo dîmenên bêhnfireh yên bajêr anîn ziman.
Midûrê Ciwanî û Sporê yê Mûşê Yusuf Kiliç ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan ev pêşbirk di nava bedewiya bêhempa ya Çiyayê Kurtikê da li dar xistine.
Werzişvanê tîma neteweyî û mamosteyê pereşûtê Ferdî Toy jî diyar kir ku ew ji sala 2007an vir va bi werzişa pereşûtê ra mijûl dibe.