İsmail Kaya
26 Hezîran 2026•Rojanekirin: 26 Hezîran 2026
Li Kahtaya navçeya Adiyemanê di çarçoveya projeya "Em dîrok û çanda Kahtayê bi xwendekarên xwe didin nasîn" da xwendekar derketin geşta mîrata dîrokî û çandî ya navçeya Kahtayê.
Di çarçoveya bernameyê da ku Qaymeqamtiya Kahtayê li dar dixe û Rêveberiya Perwerdeya Neteweyî û Rêveberiya Werziş û Ciwanan piştevaniya wê dike, 50 xwendekar pêşî çûn serdana Tûmikê Karakuşê. Piştî wê xwendekar li Pira Cendereyê, Keleha Kahtayê ya Kevin û Çiyayê Nemrûdê geriyan.
Xwendekarên ku cara yekem peykerên mezin ên li Çiyayê Nemrûdê dîtin, nikarîbûn matmayîbûna xwe ya li hember atmosfera dîrokî û dîmenên bêhempa yên ku rastî wan hatin veşêrin.
Bi nimayişên folklorî yên ku li ser Pira Cendereyê hatin lidarxistin, bername rengîntir bû.
Ji bo xwendekar û geştiyarên ku serdana herêmê kirin, xwarinên herêmî yên Kahtayê yên ku tescîla nîşaneya cografî sitandine yên weke mehîra bi bacanê reş, savara bi sîr hatin îkramkirin.